Amedekariyên tabloyek mezin a bi destê zarokên Efrînê bê çêkirin, tê kirin

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Efrînê bi koordîneya ajansa Romav amadekariyên xêzkirina tabloya herî mezin bi tevlibûna 2 hezar zarokên Efrînê dike. Dê tablo girêdayî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê bê çêkirin.

Amedekariyên tabloyek mezin a bi destê zarokên Efrînê bê çêkirin, tê kirin
1 îlon, 2019   14:03
ŞEHBA

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Efrînê bi koordîneya ajansa Romav amadekariyên xêzkirina tabloya herî mezin bi tevlibûna 2 hezar zarokên Efrînê dike. Dê tablo girêdayî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê bê çêkirinEndamên Yekîtiya Rewşenbîran a Efrîn û Helebê tevî endamên ajansa Romav û Heyva Sor a Kurd beşdarî amadekariyên çalakiya ku ji hefteyekê ve destpê kiriye dibin.

Beşdarên çalakiyê reng, madeyên din ji bo xêzkirinê û pelên dara zeytûnê amade dikin.

Dirêjahiya tabloyê dê  500 m û derdora 2 hezar zarok ku temenên wan di navbera 6  heya 12 sal de tev li çalakiyê bibin.

Hunermenda şêwekariyê Henen Elî berpirsa çalakiyê got: "Em li ser mezintirîn çalakiya xêzkirinê li Şehbayê kar dikin. Armanca me jî derxistina azarên zarok û şêniyên Efrînê  ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dema Efrîn dagir kirine, ye." 

Tê payîn ku çalakiya xêzkirinê sibe destpê bike.

(şx)

ANHA