AP: Adrian Darya 1 li nêzîkî bendereke Sûriyê rawestiya

Ajansa AP diyar kir ku keştiya Îranê ‘Adrian Darya 1’ 50 mîlên deryayî dûrî bendereke Sûriyê rawestiyaye.

AP: Adrian Darya 1 li nêzîkî bendereke Sûriyê rawestiya
1 îlon, 2019   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpereke şopandina rêgeha keştiyan diyar kir ku keştiya Îranê Adrian Darya1 ku berê bi nave "Grace 1" dihat naskirin, îro 50 mîlên deryayî dûrî bendereke Sûriyê rawestiyaye û ajansa AP`ê ev yek piştrast kir.

Heta niha rêgeha keştiyê nayê naskirin. Barê keştiyê 2.1 milyon bermîlên petrolê ye û buhayê wê 130 milyon dolar e.

Skynewsê jî ragihand ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got Washington têkildarî rêgeha keştiya Îranê xwedî agahiyên tekûz e. Pompeo wiha got: "Em jî têkildarî keştiyê xwedî agahiyan in ku keştî ber bi Tertûsa Sûriyê ve diçe û dibe ku rêgeha xwe biguherîne.” û wiha lê zêde kir: “Şaşiya herî mezin, baweriya bi Zerîf e." 

Roja înê keştiya Adrian Darya rêgeha xwe ber bi Îskenderonê ve guherand. Dergevan dikarin sîstema pênasekirinê derbas bikin û dibe ku Tirkiye ne rêgeha wê ya rast be.

Hatibû diyarkirin ku keştî dê ber bi Mêrsîna Tirkiyê ve biçe û barê xwe li wir vala bike.

Adrian Darya 1 beriya çend hefteyan li Cebel Tariq piştî ku desthilatê bi fikara binpêkirina cezayên Yekitiya Ewropayê yên li ser hinardeya petrolê ji Sûriyê re hatibû girtin, di milekî din de DYA`yê muzakereya cezaya keştiyê ragihand û dewletên din jî hişyar kirin.

Duşema borî Desteya Televîzyon û Radyoyê ya Îranê li ser zimanê berdevkê hikumetê ragihand ku Tehranê petrola barkirî firotiye û dê bikir rêgeha wê diyar bike. Berdevk nasnameya bikir diyar nekiribû.

(eh)