Qutkirina daran û revandina sivîlan li Efrînê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dehan darên zeytûnê li navçeyên Efrînê qut kirin. Di heman demê de, sivîl jî ji navçeya Şera revandin.

Qutkirina daran û revandina sivîlan li Efrînê didome
Qutkirina daran û revandina sivîlan li Efrînê didome
Qutkirina daran û revandina sivîlan li Efrînê didome
Qutkirina daran û revandina sivîlan li Efrînê didome
17 tebax, 2019   07:52
EFRÎN

Çavkaniyên ji navenda bajarê Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan darên zeytûnê li navçeyên Raco, Cindirêsê û Mabata qut kirin.

Heman çavkaniyan got darên ku hatine qutkirin, temenê wan vedigere zêdetirî 70 salan û kesên ku darên wan hatine qutkirin, ev in: Cefer Mustefa, Fethî Cûdî Elî û Ismet Cefer.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Naza yê navçeya Şera revandin û birin cihekî nediyar ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Welatiyên ku hatine revandin ev in: Mihemed Ebdo El0 (50) û Mihemed Zekeriya (47).

(kc)

ANHA