Mertalên zindî.. bi hezaran li ser sînor nîşana serkeftinê hildan

Hezaran şêniyên Hesekê, Hol û Şedadê li ser sînor nîşana serkeftinê hildan û teqez kirin ku ew ê heta dawiyê dijî dagirkeriya Tirkiyê liber xwe bidin.

Mertalên zindî.. bi hezaran li ser sînor nîşana serkeftinê hildan
Mertalên zindî.. bi hezaran li ser sînor nîşana serkeftinê hildan
Mertalên zindî.. bi hezaran li ser sînor nîşana serkeftinê hildan
Mertalên zindî.. bi hezaran li ser sînor nîşana serkeftinê hildan
12 tebax, 2019   11:35
HESEKÊ

Di roja 5`an a konê mertalên zindî piştî şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê, îro hezaran şêniyên Hesekê, Holê û Şedadê li ser sînorê Serêkaniyê dewr girtin.

Şêniyan berê xwe dan sînor û nîşaneya serkeftinê hildan û îsrara xwe di rêya berxwedanê de dijî dagirkeriya Tirkiyê diyar kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê Mihemed Seîd axivî û wiha got: "Tirkiyê hewl dide qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, ji ber vê yekê soza me ji QSD`ê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ew ê rênedin dagirkeriya Tirkiyê û em ê piştgiriya hêzên xwe bikin.”

Mihemed Seîd bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî konê mertalên zindî bibin.

Her wiha Mistefa Ehmed bi navê şandeya Hesekê axivî û spasiya şêniyên ku beşdarî konê mertalên zindî bûne kir û wiha got: "Nameya me ya yekê ji dewleta Tirk re û taybet serokê AKP`ê Erdogan re ew e ku ew nikarin têkevin xaka me."

Mistefa teqez kir ku hemû îdîayên Tirkiyê di avakirina "Herêma ewle" tenê dereweke û bi raya giştî dikene, armanca tekane ya Tirkiyê qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û derbeyê li destekftiyên ku bi saya hezaran şehîdan pêk hatin, bixe.

Li kon komên mûzîkê stranên şoreşgerî û filklorî ser sînor di seatên êvarê de pêşkêş dikin û piştgiriya çalakgeran dikin.

Tê payîn ku şêniyên Hesekê, Hol û Şedadê heta sibê dewrê bigirin.

(jo)

ANHA