Parêzer dê raporekî têkildarî sûcên Erdogan radestî ICC‘ê bikin

Hevserokê Yekîtiya Parêzan ê Reqayê Xalid Hesen destnîşan kir ku derbarê sûc û gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ew ê raporekê radestî  Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) bikin.

Parêzer dê raporekî têkildarî sûcên Erdogan radestî ICC‘ê bikin
11 tebax, 2019   05:59
KOBANÊ –UMER MIHEMED

Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Reqayê Xalid Hesen duh beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li gundê Qeremox ê Kobanê bibû. Hesen di çalakiyê de axivî. Parêzer Xalid anî ziman ku kiryarên Erdogan li dijî qanûnên navdewletî ne û got: “Em ê di derbarê sûcên Tirkiyê de raporekê radestî  Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) bikin.”

Ev demeke dewleta Tirk a dagirker bi bihane û hincetên cûda gefên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Parêzer Xalid Hesen di hevdîtineke li gel ajansa me, piştgirtiya xwe bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî gefên Tirkiyê disekinin re, diyar kir.

Xalid got, kiryarên Erdogan sûcên şer in û qanûnên navdewletî binpê dikin.

Parêzer Xalid Hesn diyar kir ku wekî parêzerên Reqayê têkiliyên wan bi parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene û ev tişt anî ziman: "Em di avakirina desteyeke qanûnî de ji bo parastina gelê xwe yên li Bakurê Sûriyê dixebitin. Her wiha em amadekariyan dikin ku raporekê li ser sûcên Erdogan û gefên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî Dadgeha Cezayê ya Navnetewî bikin. Em ê ji dadgehê bixwazin ku sînorekî ji zêdegaviyên Erdogan re deynin û ji ber binpêkirinên wî hesaba jê bixwazin."

Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Reqayê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên cîhanî kir û got: “Divê hûn qanûnên girêdayî qedexekirina dagirkirina xaka dewletekê û talankirina malên wê ku weke niha Tirkiye li Efrînê dike, pêk bînin.”

(bb/bm)

ANHA