Li Geverê gelek leşker hatin kuştin

Li navçeya Geverê ya Culemêrgê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de şer derket û di encamê de gelek leşker hatin kuştin.

Li Geverê gelek leşker hatin kuştin
26 tîrmeh, 2019   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ANF`ê re ragihand ku di 23'yê Tîrmehê de li Geliyê Doskiyan ê navçeya Geverê ya Culemêrgê di navbera gerîla û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî.

Li gorî çavkaniyan ragihandiye, di encama şer de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. HPG'ê heta niha der barê mijarê de tu daxuyanî neweşandine.