Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi dehan Ciwanên Şoreşger ên navçeya Dêrikê yê kantona Qamişlo bi motorsiklêtan û bi beşdariya şêniyan a karwana erebeyan ji bo şermezarkirina gef û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gerek lidar xistin.

Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
24 tîrmeh, 2019   18:54
QAMIŞLO

Ciwan û şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo di bin slogana ‘ Serî li hember dagirkeriya Tirk hilde’ bi karwanek erebe û motorbisklêtan meşek lidar xistin. Kerwan li ber Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger destpêkir, di nava sûkê û kolanên sereke de geriya. Kerwanê durşmeyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê berz kirin.

Meşvanan wêneyên şehîdên ku di bombebarana Tirkiyê ya li ser herêmên Başurê Kurdistanê de şehîd bûbûn û wêneyên şehîd Diyar Xerîb bi erebeyan ve kirin û di nava kolanên Dêrikê re geriyan.

Piştî meşvav li tevahî kolanên Dêrikê geriyan, vegerîn Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û çalakiya xwe li wir bi dawî kirin.

(fr)

ANHA