Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin

Bi merasîmeke girseyî şervanê YPG‘ê Wedî Ebdulqadir (Piling Mezlûm) li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate veşartin.

Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin
Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin
Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin
Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin
Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin
Şehîd Piling Mezlûm li Hesekê hate veşartin
21 tîrmeh, 2019   17:41
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesek cenazeyê şervanê YPG‘ê Wedî Ebdulqadir (Pilind Mezlûm) ê dema li ser ekra xwe li Hesekê şehîd bibû, ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekê wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya ji aliyê YPJ û YPG‘ê ve dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Bedriya El-Hewala sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîdan di oxira azadî û rumeta gelan de canê xwe feda kirin, bi saya wan aştî û jiyana hevbeş li herêmê pêk hat. Li ser vê yekê divê gelê herêmê xwedî li şehîdan derevin û herêmê ji gefan biparêzin."

Bi navê YPG‘ê fermandar Serhildan Rojava jî axivî û ev tişt anî ziman: "Di kesayeta şehîd Wedî de em hemû şehîdan ku bi saya wan serkeftina li dijî DAIŞ‘ê pêk hat bi bîr tinin. Em soz didin şehîdan û malbatên wan ku em ê şopdarên xeta wan bin heta armancên wan pêk werin."

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

ANHA