Şêniyên Girê Spî gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Girê Spî li hember sînorê Tirkiye-Sûriyê gefên Tirkiyê yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Girê Spî gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girê Spî gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girê Spî gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girê Spî gefên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Girê Spî gefên dewleta Tirk şermezar kirin
18 tîrmeh, 2019   13:01
GIRÊ SPÎ

Bertekên li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdekirina hêzên xwe li ser sînor ji bo êrîşkirina li herêmêî zêde dibin. Bi sedan şêniyên Girê Spî danê nîvro berê xwe da sînorê Tirkiye-Sûriyê û gefên Tirkiyê yên êrîşkirinê şermezar kirin.

Li rexê jî 2 xwepêşandanên mîna vê ku şêniyên kantonên Kobanê û Qamişlo berê xwe da sînor da ku gefên Tirkiyê yên êrîşkirinê red bikin, pêk hatin.

2 kon li taxa Minbetih a li nêzî sînorê Tirkiyê li bajarê Girê Spî ku şênî û bi dehan rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rûspiyên êlan tê de kom bûn, hatin vedan. Li her du konan pankartên bi nivîsên "Sûriye piralî ye, nenavendî demokratîk e", "Tirkiye... Nazî ye" û " Bajarê Girê Spî modela hevbeş û biratiya gelan e" hatin daliqandin.

Di xwepêşandanê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid wiha axivî: "Hikumeta Erdogan ji dêvla kuştin, talan û dijmantiya cîrantiyê bi bihaneya ewlehiya neteweyî nizane. Ji lew re divê gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin da ku pêşerojeke ronahî ji nifşên xwe re dabîn bikin."

Endama rêveber a Kongreya Star Dîlan Hesen gefên Tirkiyê û xistina girseya hêzên xwe li ser sînor şermezar kir û got: "Amade ne li hember dagirkeriya Tirkiyê bi yekitî û hevgirtina xwe bisekinin."

Dîlan wiha lê zêde kir: "Jinên Girê Spî bi fikr û ramanên felsefeya rêber Abdullah Ocalan çekdarkirî ne û dê li rex hêzên bisekinin da ku dagirkeriyê têk bibin."

Di heman warî de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Kedîm Îbrahîm wiha diyar kir: "Erdogan gefan li raya giştî ya cîhanî bi bihaneya herêma ewle û ewlehiya neteweyî dixwe. Armanc jê jî dagirkirina herêmên Sûriyê û vegerandina sînaryoya dewleta Osmanî ye. Lê belê em li vir in. Me ji kezebên xwe qurbanî da, ji bo li herêmê bi ewle û aştî jiyan bikin. Heke hewce kir em ê ji bo vê xakê yê ku ciwanên m bi xwîna xwe av daye, bibin qurban û nahêlin Tirkiyê têkeve Girê Spî û Sûriyê."

Xwepêşandan heta demeke nediyar li Girê Spî dê bidome. Çalakî li ser sînor her sibeh dest pê dike û saet di 19:00’an de bi dawî dibe.

(fr)

ANHA