Artêşa Tirk bombe li gundên Biradostê barand

Helîkopterên şer ên artêşa Tirk di saetên şevê de gundên Xelîfan û Sîran ên herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk bombe li gundên Biradostê barand
13 tîrmeh, 2019   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, helîkopterên şer ên artêşa Tirk di saetên şevê de gundên Xelîfan û Sîran ên herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin, ji ber bombebaranê agir bi eraziyê deverê ketiye.

Hate gotin niştecihên gundê Sîran duh ji ber bombebaranên artêşa Tirk gundê xwe berdabûn. Welatiyên gundê Xelîfan jî diyar kirin ku ew êdî nikarin bi rehetî di gundê xwe de bimînin.