Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite

Komîteya Tenduristiyê ya di komîna jin a taxa Şêxmeqsûd de roleke girîng di aliyê hişyarkirin û dermankirina jinan de dilîze.

Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite
Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite
Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite
Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite
Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite
Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a Helebê bi hemû hêza xwe dixebite
6 tîrmeh, 2019   07:03
HELEB – ROZANA DADO

Komînên jinan û komîteyên wê li taxa Şêxmeqsûd roj bi roj xebatên xwe pêş dixin. Jin di her qadê de rola xwe dileyîzin. Komîn li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dikin.

Di Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî komîna jinan a taxa Şêxmeqsûd de 35 endam di aliyê pêşkêşkirina xizmetguzariya tenduristiyê de dixebitin.

Bi rêya semîneran hişyariya tenduristiyê di nav jinan de belav dikin

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî komîna jinan bi hevkariya meclisa tenduristiyê bi armanca belavkirina hişyariyê di nav jinan de, semîneran lidar dixin. Endamên komînan, endamên komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Hêzên Parastina Civakî – Jin û ji şêniyan re semîneran didin.

Komîteya semîneran mijarên girêdayî jinan mîna ( nexweşiyên jinan, nexweşiyên kezeb, nexweşiyên demdirêj û çawaniya xelasbûnê ji nexweşiyan, girîngiya pêkanîna tehlîlan beriya her zewacekê da ku nexweşiyên mîrasî pêk neyên) hildibijêre. 

Her wiha komîte hin mijaran li gorî semînerên xwe li ser daxwaz jinên taxê diyar dike.

Sebah Xelîl yek ji jinên taxê dibêje ku beşdarbûna wan di semînerên hişyariyê derbarê nexweşiya iltîhaba roviyan û kolon, sûd jê girtin ku çawa xwe ji van nexweşiyan biparêzin.

Piştî gelek serdanan.. komîte alîkariya jinên taxê dike

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya meclisa tenduristiyê, serdanên xwe li taxê zêde kirin da ku li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş bike. Komîteyê derdora 20 kursiyên tevgerê pêşkêş kirin. Her wiha amûrên din ji bo astengdaran ku di şer de astengdar bûne û hin rewşên astengiya di zarokatiyê de, pêşkêş kirin.

Her wiha komîteyê alîkariya gelek kesên xizan kir da ku emeliyatan bikin û derman ji nexweşên dil û şeker re peyda kirin.

Her wiha zêdetirî 20 nexweş bê pere tedawiya fizîkî dibînin.

Şêniya bi navê Perwîn Tam got ku pêwîstiya wê bi emeliyata birînê hebû û rewşa wê ya aborî xirab bû ku nikaribû emeliyat bikira. Perwîn got: “Ji ber buhayê emeliyatê bi 300 LS bû. Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin û meclisa tenduristiyê alîkarî kirin û ez emelyat bûm. Emeliyat serkeftî derbas bû, tevî derman bê pere pêşkêş kirin.”

Her wiha, komîteyê dewreyên destwerdana lezgîn vekir û 16 jin perwerde kir. Di dawiya dewreyê de karname pêşkêşî wan kirin.

Endama rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya komîna jin a taxa Şêxmeqsûd Leyla Omer got: “Em semîner didin û serdana şêniyan dikin. Em niha xwe amade dikin ku dewreyeke nû ji bo perwerdekirina jinan di pêşkêşkirina destwerdana lezgîn de vekin.”

(jo/bm)

ANHA