Li Şehbayê yekemîm turnuveya voleybol

Yekîtiya Werzîşê ya Demokratîk û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê bi beşdarbûna 12 tîman yekemîn turnuveya voleybol destpê kir.

Li Şehbayê yekemîm turnuveya voleybol
Li Şehbayê yekemîm turnuveya voleybol
Li Şehbayê yekemîm turnuveya voleybol
Li Şehbayê yekemîm turnuveya voleybol
Li Şehbayê yekemîm turnuveya voleybol
5 tîrmeh, 2019   17:00
ŞEHBA

Turnuve bi dirûşma "Efrîn gazî me dike" û bi armanca vejandina werzîşa voleybol li kantona Şehbayê  hate organîzekirin.

Turnove bi beşdarbûna 12 tîman dest pê kir, Nexweşxaneya Avrîn, Bilbilê, Ciwanên Efrînê, Parastina Civakî, Sûriyeya Pêşerojê, Şêrawa, Şehba, Perwerdeya Efrînê, Ciwanên Til Rifetê, Ciwanên Sûriyê, Sûriya Pêşerojê Şehba û Avesta.

Maça yekem a turnuveyê li satada voleybol a li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê ya Şehbayê di navbera Tîma Nexweşxaneya Avrîn û Tîma Bilbilê de hate lîstin. Di maçê de Tîma Nexweşxaneya Avrîn bi 3 nuqteyan li beramberî nuqteykê bi ser ket. Maça duyemîn ji di navbera Tîma Ciwanên Efrînê û Tîma û Tîma Parastina Civakî de pêk hat. Tîma Ciwanên Efrîn bi 3 nuqteyan li beramberî sifir bi serket.

Turnuve dê heta 25 Tîrmehê dewam bike, rojane du maç werin listîn.

ANHA