Erebeya artêşa Tirk li Cerablûsê welatiyek kuşt

Li herêma Cerablûsê erebeya veguhastinê ya leşkerên artêşa Tirk a dagirker, pêl welatiyekî kir û ew kuşt.

Erebeya artêşa Tirk li Cerablûsê welatiyek kuşt
26 hezîran, 2019   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser Malperên Medyaya Civakî"Wattas App" dengê kesekî ku tê de dibêje: “Erebeya veguhastina leşkerên Tirkiyê pêl kesekî kir û ew kuşt . Erebe ranewestiya da ku wî rabike nexweşxanê.”

Kesê ku navê xwe diyar nekir destnîşan kir ku bûyer li nêzî benda kontrolê ya El-Tehtanî ya girêdayî Cerablûsê, pêk hat.

Têkildarî mijarê wêneyê kesê hatiye kuştin, hate belavkirin, lê heta niha kesî ew nasnekiriye.

(eh)

ANHA