Koalîsyona Erebî du balafirên Husiyan xistin xwarê

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku hêzên ezmanî yên Koalîsyonê du balafirên ji aliyê Senayê dihat li ezmanê Yemenê xistin xwarê.

Koalîsyona Erebî du balafirên Husiyan xistin xwarê
22 hezîran, 2019   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Erebiyê ragihand ku berdevkê Hêzên Koalîsyona Yekîtiya Erebî Tirkî El-Malkî got: "Hêzên Kaolîsyonê êvara înê du balafirên ku Hêzên Husiyan ew rêkiribûn xistin xwarê. Balafira yekemîn di saet 21:28 û ya duyem jî di saet 21:56 de hatin xistin.”

El-Malkî destnîşan kir ku her du balafirên bêpîlot, ji aliyê Hêzên Husiyan ên li parêzgeha Senayê ve hatibûn û paşê li ezmanê Yemenê hatin rûxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ku di demên dawîn de Hêzên Husiyan gelek êrîş bi balafirên Drun, li her du balafirgeha Ebha û Cazan ên girêdayî başûrê Siûdiyê pêk anî, her wiha bi mûşekan êrîşî balafirgeha Ebha kir û di encamê de 26 kes birîndar bûn.

(eh/kc)