Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Botan li gortistana Şehîdan a navçeyê oxir kirin.

Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê Botan li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin
20 hezîran, 2019   14:32
HESEKÊ

Sedan şêniyên navçeya Til Temir a kantona Hesekê şervanê QSD`ê Ehmed Ziyab (Botan) ê di dîroka 16`ê Hezîranê dema bi erka xwe leşkerî radibû, şehîd bû, li goristana şehîdan a navçeyê spartin axê.

Piştî merasîma leşkerî  endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Nûh, bi navê QSD`ê Ziyad Kurdî axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Axaftvanan soza dewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê, dan.

Her wiha birayê şehîd Botan, Bedran Mihemed axivî û serbilindiya xwe bi şehadeta birayê anî ziman û teqez kir ku ew ê heta dawî li ser rêya şehîdan bin.

Piştî axaftinan, endama Kongreya Star Çinar Yûsif nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir, paşê di nav têliliyên dayikan, şehîd spartin axê.

(jo)

ANHA