Cara yekem e emelyatek wiha tê çêkirin

Bijîşkên girêdayî Nexweşxaneya El-Kesrayê ya girêdayî Dêrazorê cara yekemîn ku emeliyatê, ji jineke (20) salî re, ku azara hebûna kîsên avê li kêleka damara dilê xwe dikişand, çêkirin.Tê zanîn ku emleyat 6 saetan dirêj kir.

Cara yekem e emelyatek wiha tê çêkirin
Cara yekem e emelyatek wiha tê çêkirin
Cara yekem e emelyatek wiha tê çêkirin
Cara yekem e emelyatek wiha tê çêkirin
19 hezîran, 2019   09:50
DÊRAZOR

Hejmarek ji bijîşkên şareza yên girêdayî Nexweşxaneya El-Kesreyê ya girêdayî bejahiya Dêrazorê ye, jinek ku kîsên avê li cem damara dilê wê hebû emelyat kirin. Navê jinê nehat diyarkirin. Emelyat serkeftî bû. Tê zanîn ku li ser asta Dêrazorê bi cureya xwe, ev emeliyat yekemîn care ku tê çêkirin.

Têkildarî mijarê bijîşkên pispor diyar kirin ku berê li Dêrazorê, ji ber zehmetiyan, nebûna odeya emeliyatê, metirsiya li ser jiyana nexweş û nebûna alavên emeliyatê, ev emelî nedihat çêkirin.

Di vê çarçoveyê de bijîşkan gotin ku emeliyê di seat 10`an dest pêkir û 4`ê êvarê bidawî bû. Bijîşkan destnîşan kirin ku bijîşkan bi israra xwe di nava 6 saetan de, kîsên avê rakirin.

Di vê derbarê de xizmên nexweşê spasiya bijîşkên ku jiyana keça wan rizgar kirine, kirin û wiha anîn ziman:"Rewşa me ya aborî rê nedida ku emeliyê li Şamê çêbikin, lê bi saya xwedê û bijîşkan dê rewşa keça me baştir bibe."

Hêjayî bibîrxistinê ku emeliyên wiha li nexweşxaneyên taybet, xwedî lêçûnên giran pêk tên. Têkildarî mijarê bijîşkan diyar kirin ku lêçûna vê emeliyatê nêzî 3`ê melyonan e.

(eh)

ANHA