Li başûr rojavayê Qamişlo jî agir bi zeviyan ket

Li başûr rojavayê bajarê Qamişlo jî, agir bi zeviyê çandiniyê ket û gel û tîmên agirkujiyê hewl didin vemirînin.

Li başûr rojavayê Qamişlo jî agir bi zeviyan ket
17 hezîran, 2019   10:49
QAMIŞLO

Li derdora gundê Gerbawiyê yê başûr rojavayê bajarê Qamişlo li çend cihan agir bi zeviyên genim û ceh ket.

Li gorî nûçegihanên me, gel û tîmên agirkujiyê gihîştine herêmê û hewl didin agir vemirînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku agirê bi zanebûn ku bi zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye, gelek donim ji ceh û genim şewitandin.

Ji aliyekî din ve jî, agir bi zeviyên çandiniyê yên li derdora gundê Abîre yê bakur navçeya Çilaxa û gundê Rimêlan El-Şêx ê başurê Girkê Legê ket.  Şênî û tîmên agirkujiyê hewl didin agir vemirînin.

(kc)

ANHA