Li Til Koçerê hejmara qurbaniyên şewatê bû 7

Çavkaniyên tenduristiyê yên kantona Qamişlo tekez kir ku 7 kesan ji ber şewata ku duh li bejahiya navçeya Til Koçerê çêbûye, jiyana xwe ji dest da.

Li Til Koçerê hejmara qurbaniyên şewatê bû 7
16 hezîran, 2019   09:32
QAMIŞLO

Duh, piştî danê nîvro berhemên çandiniyê li derdora gundên Til Elo, Kirfanî, Hisêniyê, depoyên berhemên ceh û genim û Um Kihêf ên bejahiya navçeya Til Koçerê ya girêdayê herêma Dêrikê şewitîn.

Tîmên agirkujiyê, komîteyên sivîl û endamên hêzên Asayîşê, Hawarê û hêzên leşkerî lez da alîkariya şêniyan da ku şewatê vemirînin.

Di hewldana vemirandina şewatê de hin kesan jiyana xwe ji dest da.

Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo Rojîn Ehmed ji ajansa me ANHA’yê re raber kir ku 7 kesan ji nav wan jinek û endamên Hêzên Ewlekariyê û leşkerî jiyana xwe di hewldana vemirandina şewatê de ji dest da, her wiha hê jî 2 kes li nexweşxaneya bajarê Dêrikê têne dermankirin, yek ji wan rewşa xwe xeternak e.

Rojîn wiha domand: "Duh, piştî danê nîvro 2 kes mirin û 5 kes ji ber şewatê birîndar bûn û gihîştin bajarê Dêrikê. Di saet 12:00’an de şeva berê birîndarek mir û yek dîtir jî saet 02:30’an jiyana xwe ji dest da. Her wiha saet di 04:30’an de ber destê vê sibehê birîndarekî din jiyana xwe ji dest da."

Rojîn Ehmed tekez kir tevî 2 kesên ku li nexweşxaneyên Qamişlo jiyana xwe ji dest daye, bi giştî 7 kesan, ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye.

 Li gorî bijîşkên li nexweşxaneyên bajarê Dêrikê, 2 kesên birîndar hene, yek ji wan rewşa xwe giran e û yê din jî rewşa xwe niha baş e.

Li aliyekî dîtir li gorî detayên aliyên pêwendîdar ên li navçeya Til Koçerê, nêzî 2 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitîne.

Hin şêniyên ku beşdarî vemirandina şewatan bûne, diyar kir ku ba hişt ku agir zû belav bibe.

Der barê sedemên rewşên birîndarî û mirinê de, şêniyan got bayê ji nişka ve dema ku şêniyan hewl dida şewat vemiranda, xwe li wan pêça û hişt ku di nava şewatê de bimînin û di encamê de fetisîn û şewitîn.

Çavkaniyên ji Hêzên Senadîd duh ji ajansa me ANHA’yê re tekez kir ku 2 şervanên wan di dema hewldana vemirandina şewatê de şehîd bûn.

Li aliyekî dîtir jî çavkaniyên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn raber kir ku 2 jî ji endamên wan ên beşdarî vemirandina şewatan bûne, şehîd bûne, lê der barê nasnameyên şehîdan de tu agahî nehatin bidestxistin.

 (fr/kc)

ANHA