Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve xebatên tenduristiyê

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka avakirina wê de ji bo peydakirina hemû pêdiviyên tenduristiyê, navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan aktîf dike û rewşa kare tenduristiyê baştir dike.

Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve xebatên tenduristiyê
Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve xebatên tenduristiyê
Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve xebatên tenduristiyê
Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve xebatên tenduristiyê
16 hezîran, 2019   07:59
REQA – EHMED EL-ESAF

Piştî ku herêma Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, di 17’ê Nîsana 2017’an de Meclisa Sivîl a Reqayê hat avakirin. Di destpêka avakirina meclisê de, ji bo başkirina rewşa tenduristiyê Komîteya Tenduristiyê li Reqayê hat avakirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê tevî derfetên kêm di demeke kin de, dikaribû rewşa tenduristiyê baş bike. Komîteyê navendên tenduristiyê vekirin da ku şêniyan derman bikin û zarokan aşle bikin.

Komîteyê 17 navendên tenduristiyê li gund û bajaran vekirin. Di her navendekê de tîmeke tenduristiyê, dermanxane û mexber hene. Her  wiha zarokan aşle dikin û ambulans peyda kirin.

Piştî rizgarkirinê nexweşiya laşmanya di nava şêniyên herêmê de belav bûye. Ev nexweşî ji ber belavbûna gemarê, laşên mirî û hewaya qirêjî çêdibe. Komîteyê dikaribû dermanê nexweşiya laşmanya peyda bike. Niha jî 4 hezar kes ji şêniyan bi nexweşiya laşmanya ketine û dermankirina wan heta niha jî didome.

Paşê Komîteya Tenduristiyê karê xwe bi pêş xist û ji nû ve karê xwe sererast kir. Nexweşxane vekirin, paşê nexweşxaneya jidayikbûnê û zarokan li bajêr vekir. Nexweşxane bê pere jin û zarokan derman dike. Paşê beşa birînê ya jinan di nexweşxaneyê de hate vekirin. Nexweşxane rojane zêdetirî 700 kesan pêşwazî dike.

Beriya ku nexweşxaneya Reqayê ya El-Wetenî û nexweşxaneya jidayikbûnê bê vekirin, li kêleka Komîteya Tenduristiyê û bi hevkariya wê, Heyva Sor a Kurd alîkariya tenduristiyê li bajarê Reqayê pêşkêş kir.

Ji bo şêniyan Nexweşxaneya El-Wetenî ya Reqayê pir girîng e

Beriya ku DAIŞ li Reqayê têk biçe, binesaziya bajêr rûxand, beşek mezin ji Nexweşxaneya El-Wetenî hate rûxandin. Hemû alav û pêdiviyên tenduristiyê dizîn. Komîteya tenduristiyê karî beşa aliyê bakur ji nexweşxaneyê sererast bike, da ku bê pere alîkariya şêniyan bike.

Ji ber derfetên kêm li gel komîteyê, nikarîbû nexweşxaneyê hemû sererast bikin. Ji ber wê komîteyê aliyên herî girîng jê sererast kirin. Ew aliyê şûştina gorçikan ku heta niha 20 nexweş pêşwazî kirine. Komîteya tenduristiyê jî 12 alavên şûştina gorçikan pêşkêşî nexweşxaneyê kir.

Her wiha beşa birînan a lezgîn û lênerîna baş hat aktîfkirin. Her wiha navendên tenduristiyê di hemû beşan de vekirin, dermanxane, labrator û beşê eşîa.

Nexweşxaneya Reqa El-Wetenî yek ji nexweşxaneyên mezin li Sûriyê ye. Her wiha yek ji navendên tenduristiyê ya girîng e ji bo şêniyên Reqa û Tebqa yê. Nexweşxane bê pere dermanan pêşkêş dike.

Sendîqe hatin avakirin da ku kar û barên tenduristiyê bi rêxistin bikin

Her wiha navendên tenduristiyê û nexweşxane hatin avakirin û aktîfkirin. Komîte xebitî ku li Reqayê sendîqeya bijîşkan û sendîqeya dermanfiroşan ava bike. Da ku aliyê tenduristiyê rêxistin bikin.

Komîteyê rûxset da 6 nexweşxaneyên taybet li Reqa û gundewarên wê werin vekirin. Her wiha rûxset da 92 navendên tenduristiyê ji hemû pisporiyê û zêdetirî 140 dermanxane û 15 depoyên derman rûxset kirin. Ev navdan jî ji aliyê sendîqeya bijîşk û dermanfiroşan ve tê çavdêrkirin.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ciwan El-Zexîrê got: "Pêşxistina aliyê tenduristiyê li Reqayê tiştekî girîng e. Ji ber ev çend sale piştî dagirkirina komên çete û çeteyên DAIŞ`ê ew yek tine bû. Me karî gavên baş ber bi pêşxistina aliyê tenduristiyê ve bavêjin.  Welatiyan karîn bê pere xwe derman bikin. Em dixebitin da ku aliyê tenduristiyê bi pêş bixin.”

El- Zexîrê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî yên li Reqayê kir ku berê xwe bidin Nexweşxaneya Reqa El-Wetenî û karê tê de berfireh bikin.

(jo)

ANHA