Li Kobanê pêşengeha pirtûkan hate vekirin

Li bajarê Kobanê pêşengeha pirtûkan ku desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê birêve dibe, hate vekirin.

Li Kobanê pêşengeha pirtûkan hate vekirin
Li Kobanê pêşengeha pirtûkan hate vekirin
13 hezîran, 2019   12:48
KOBANÊ

 Dehan rewşenbîr û siyasetmedar serdana ewyana Firat anku cihê pêşengehê kirin. 

Di vekirina pêşengehê de hevserokê meclisa rêveber a herêma Firatê Enwer Mislim, endamên rêveberiyê di saziyên sivîl, dehan nûnerên partiyên siyasî yên Kurd û dehan rewşenbîran amade bûn.

Di pêşengeha ku îro dest pê kir, 4 hezar pirtûkên cur be cur ji herêmî, romanan, helbest, çîrokên cîhanî ku wergera wê ji zimanên Erebî, Kurdî, Suranî û Tirkî hatine kirin, hatin pêşandan

Beşdaran pirtûk ji pirtûkxaneya Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê, pirtûkxaneya Benderok a Qamişlo, pirtûkxaneya Rodî û Perwînê ya Kobanê, pirtûkxaneya Yekitiya Rewşenbîran Rojava, pirtûkxaneya Findê ya pirtûkan, pêşengeha Efrînê ya pirtûkan û pêşengeha Minbic a pirtûkan, anîn û di pêşengehê de, dane pêşandan.

Di şahiya vekirinê de, Hevserokê desteya Çand û Hunerê a Bakurê û Rojhilatê Sûriyê Ebdullsetar Şîkaxo axivî û îşaret bi rojla rewşenbîran û nivîskaran di avakirina kesayetan de kir.

Pêşengeh heta saetên êvarê roja înê dewam dike, tê payîn ku semînerên li ser girîngiya xwendinê di pêşengê de bê dayîn.

(jo)

ANHA