Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Dest bi dest em welêt ava bikin" di projeya xwe ya xizmetguzeriyê de dewam dike. Şaredarî rêyan zift dike û qirêja li kolanên sereke yên bajêr paqij dike û bajêr ronî dike.

Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
Pêngava "Dest bi dest em welat ava bikin" didome
13 hezîran, 2019   10:07
REQA – RÛBA EL-ELÎ

Bi nêzikbûna demsala havînê re, Şaredariya Gel gelek projeyên xizmetguzeriyê dest pê kirin, yên girîng ziftkirina rêyan û paqijkirina kolanên sereke yên bajêr. Di heman demê de pêngava sêyemîn a "Em ê ronî bikin" ku ji beriya sê mehan ve dayê destpêkirin didomîne.

Şaredariyê ziftkirina piraniya rêyên bajêr bi dawî kir. Hejmara rêyên ku hatin ziftkirin zêdetirî 4 rêyên mezin û stratîjîk in, di nav de rêya di navbera Pira Nû heta çerxerêya Cezrayê û dawiya rêya têketina bakurê bajêr bi dirêjiya 22 hezar û 500 metre çargoşe hebû. Paşê dê rêya stasyona Zelalkirina Avê heta rêya herêma otostad a herêma Kesrat a li başûrê bajêr bi dirêjiya 4 hezar û 200 metre çargoşe û ziftkirina rêya Pira Kevn ku rihê sereke yê bajêr e û nuqteya stratîjîk a çûn û hatinê bi dirêjiya hezar û 575 metre çargoşe bêne qîrkirin.

 

Şaredarî ji bo xweşikkirina bajêr jî dixebite. Di vê çarçoveyê de daran bodem (dikesixîne), av dide û derman dike. Dîsa jî nêviyê rêyên kolana Kenîse, Bab Bexdad, kolana Kenîse û Lîstikgeha El-Ewsed sererast kir. Şaredarî rojan e ji bo çerxeriyên bajêr mîna çerxerêya El-Delê, çerxereya Sebi Behrat û çerxereya Sea dixebite.

Ji projeyên girîng ku şaredariyê pêk anîne, projeya ronîkirinê ya di bin dirûşmeya "Em ê ronî bikin" ji zêdetirî 3 mehan dest pê kiriye. Di çaçroveya vê projeyê de deverên ji sûka El-Hal heta çerxerêya Sea ya li bakur û li Îtifayê li rojhilat heta Nexweşxaneya Zarokan hatin ronîkirin.

Pêvajoya duyemîn a vê pêngavê ji Bab Bexdad heta çerxerêya El-Berazî û ya ber bi dibistana Hetîn be. Dema pêkanîna her pêvajoyekê 16 roj be.

Li ser projeya ronîkirinê, endizyar Ebdilrehman Hisên ji ANHA`yê re wiha got: "Piştî serkeftinên pêngava "Em ê ronî bikin, kargehên şaredariyê bi çavdêriya endizyaran û ekîbeke mezin a kar ku ji 7 xebatkarên pispor pêk tê vê projeyê didomînin."

Ebdilrehman da xuyakirin ku  karê wan dewam bike heta ku hemû bajêr ronî bikin.

Der barê ziftkirina rêyan û sererastkirina nêviyên kolnanan de, mûdîrê komîteya xizmetguzeriyê ya Şaredariya Gel a Reqayê Îsa El-Esaf wiha got: "Ji ber rewşa hawayê carê diguherî, em neçar man ku hemû kar biseknandin da ku em baş kar bikin, ji zehmetiyên ku bû sedema derengiya me, xerabûna şebekeyên xetên avê û kanalîzsyonê ye, em niha destpêkê wê sererast dikin da ku paşê kar bikin." El-Esaf diyar kir ku tîma kar ji 30 karkeran pêk tê.

(jo)

ANHA