Şaredariya Kobanê xebatên sererastkirina rêyan didomîne

Şaredariya Gel a Kobanê xebatên sererastkirina rêyên bajarê Kobanê û gundewarên wê didomîne. Şaredariyê hindek projeyên xwe bi dawî kirine û xebatên projeyên din didomîne, jê ya herî girîng sererastkirina rêya ku Kobanê digihîne bajarokê El-Şiyûx.

Şaredariya Kobanê xebatên sererastkirina rêyan didomîne
Şaredariya Kobanê xebatên sererastkirina rêyan didomîne
Şaredariya Kobanê xebatên sererastkirina rêyan didomîne
Şaredariya Kobanê xebatên sererastkirina rêyan didomîne
12 hezîran, 2019   08:05
KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê qîrkirina 9 km ji bingeha 18 km ji rêya di navbera Kobanê û bajarokê El-Şiyûx (rêya Cerablusê) de li gorî plansaziya xwe ya havînê bi dawî kir.

Prosesa qîrkirina rêya Cerablusê di çarçoveya plansaziyên şaredariyê de ji bo havînê tê. Li gorî wê dê rêyên bajarê Kobanê û gundewar werin sererastkirin û qîrkirin, tevî projeyên dirêjkirina toreyên avê, kanalîzasyonê û projeyên din.

Werşeyên şaredariyê rêya Cerablusê li ser gelek qonaxan qîr dikin. A yekê, kortikan tijî dikin û rast dikin, piştre bi zîftê bi stûrahiya 4 heya 5 cm qîr dikin û di dawiyê de rûyekî din ji zîftê bi stûrahiya 7 heya 8 cm dirêj dikin. Di dawiyê de stûrahiya rê digihîje 12 heya 13 cm û bi firehiya 6 metreyan.

Ev rê ji bo şêniyên herêmê û gundên rojavayê kantona Kobanê gelekî girîng e, ji ber ku wan gundan bi bajarê Kobanê ve girê dide.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo dibêje ku wan ji bo sererastkirina rêyan û qîrkirina wê bi dirêjahiya 60 heya 70 km plansaziyek daniye.

Hemo diyar kir ku werşeyek rêyên bajarê Kobanê bi zîftê dirêj dike û wiha domand: "Şaredariya Gel a Kobanê bi şaredariya bajarokê Til Xezalê re koordîne dike da ku rêyeke bi dirêjahiya 4 km di navbera Îdqî û Textê de veke. Dê ew xebat di çend rojan de bi dawî bibe.”

Hemo destnîşan kir ku xebat ji bo vekirina rêya gundên Donxir û Yarmaz bi dirêjahiya 3 km berdewam e. Tevî wê Şaredariya Gel a navçeya Şêran  5 rêyên çandiniyê di navbera gundan de sererast dike.

Şaredariya Gel a Kobanê xebatên qîrkirina rêya ku gundê Bistek digihîne gundê Dadelî yê rojavayê bajarê Kobanê bi dirêjahiya 7 hezar û 500 metreyan bi dawî kir.

Şaredariya Gel xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyan berdewam dike. Di dema heyî de girîngiyê dide xebatên qîrkirina rêyên gundewaran. Piştî wê dê xebatên qîrkirina rêyên bajarê Kobanê berdewam bike piştî ku di zivistanê de gelek zirar dîtine.

Di encama barana zivistanê de ziyanên mezin gihaştin rêyan, lewre erkeke mezin dikeve ser milê şaredariyê ku ziyanan sererast bike.

(şx)

ANHA