Parastina asîmanî ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê bê bandor kir

Malperên girêdayî rejîma Sûriyê îdia kir ku parastina asîmanî ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê ya roketan li ser Til El-Hare ya başûrê Sûriyê ku şeva berê pêk hatiye, bê bandor kir.

Parastina asîmanî ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê bê bandor kir
12 hezîran, 2019   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina asîmanî ya Sûriyê êrîşa roketên Îsraîlê li Til El-Hare bê bandor kir. Ajansa SANA ragihand ku ziyan tenê madî ne û tu ziyanên mirovî li Til El-Hare rû nedan.

Ajansa SANA diyar kir ku piştî êrîşa Îsralê bi gelek roketan, dest bi şerê elektronîk (sîber) kir û tevlihevî di radaran de pêk anî.

Til El-Hare li parêzgeha Derayê ye û girekî stratejîk e.

Parastina asîmanî ya Sûriyê di 1’ê Gulanê de gelek hedefên asîmanî yên dijber ku hin nuqte li başurê rojavayê Şamê dikirin armanc, bê bandor kirin.

(fr)