Erebistana Siûdî 2 firokeyên bêpîlot xistin xwarê

Berdevkê fermî yê hêzên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên parastinê yên asîmanî yên qralî bersiv dan û 2 firokeyên bêpîlot ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve ber bi bajarê Xemîs Meşît ve hatibû şandin, xistin xwarê.

Erebistana Siûdî 2 firokeyên bêpîlot xistin xwarê
11 hezîran, 2019   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê hêzên koalîsyonê Sertîp Tirkî Malikî got hêzên parastina asîmanî yên qralî yên Erebistana Siûdî bersiv da û 2 firokeyên bêpîlot ku ji aliyê hêzên Hûsî ve ber bi bajarê Xemîs Meşît ve hate şandin, xistin xwarê.

Di daxuyaniyê de tu agahiyên din nehatin gotin.

(bx)