‘Bi çi mafî banga avakirina dadgehê li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin?’

Malbatên şehîdan ên kantona Qamişlo piştgirî da helwesta partiyên kurdî û got “Em dixwazin dadgeh ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bê avakirin. Malbatan pir kirin, gelo bi kijan mafî hindek dewlet banga avakirina dadgeheke navneteweyî li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin?”

‘Bi çi mafî banga avakirina dadgehê li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin?’
11 hezîran, 2019   06:13
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Wezîra Edaletê ya Firansayê Nicole Beloupe di 6`ê Hezîranê de ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku wê bi dewletên Ewropayê re avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê nîqaş kiriye. Nicole Belope got ev pêşniyar li ser asta Ewropayê ji hejmareke wezîrên hundirîn û edaletê re hatiye pêşkêşkirin bi taybet Almanya, Spanya û Îtalya.

Partiyên Kurd ên Sûriyê 8’ê Hezîranê, di civîneke çapemeniyê de pêşniyarên girêdayî darizandina çeteyên DAIŞ`ê derveyî sînorên Sûriyê red kirin û banga darizandina çeteyan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo daxuyaniyên ku banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red kir. Malbatan diyar kir ku ew piştgirî didin helwesta partiyên Kurd. Her wiha banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li ser xaka ku sûc li ser hatiye kirin, kir.

Mihdîn Hesen bavê şehîd Can Welat got: "Wek malbatên şehîdan em banga avakirina dadgeheke navneteweyî li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê hovanetirîn sûcên li dijî mirovahiyê li ser vê axê kirine. Piraniya binesaziya saziyên xizmetguzariyê û milkên şêniyan wêran kirin. Ji bo rizgarkirina herêmê û cîhanê bi hezaran ciwanên herêmê şehîd bûn."

Hesen destnîşan kir ku ji mafê wan ê xwezayî ye ku banga muhesebekirina çeteyên DAIŞ`ê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Hesen pêşniyar kir ku dadgeha navneteweyî li Kobanê ava bibe û got: "Ji ber ku ew keleha berxwedanê ye. Berxwedan û têkoşîn jê dest pê kir û li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû."

‘Em piştgiriya helwesta partiyên Kurd dikin’

Necah Seîd dayika şehîd Şivan piştgiriya helwesta partiyên Kurd kir û got: "Em dengê xwe tev li dengên wan dikin. Em banga avakirina dadgehek navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser û QSD`ê de werin darizandin."

‘Divê çeteyên DAIŞ`ê li ber çavên dayikên şehîdan werin dadgehkirin’

Necah Seîd nerazîbûnên xwe ji nîqaşên girêdayî avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê anî ziman û got: "Em tu dadgehek li derveyî xaka Sûriyê qebûl nakin. Çeteyan hovanetirîn  sûc li ser gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û dilê bi hezaran dayikan şewitandin. Ne ji mafê tu kesî ye li şûna me biryaran bidin. Em dixwazin çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya çavên me li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin."

Bavê şehîd Newzed Elî Newzed ê ji bajarê Dêrikê got: "Ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me zarokên xwe winda kirin. Ji bo tunekirina DAIŞ`ê bi hezaran ciwanên herêmê şehîd ketin û birîndar bûn. Gelo bi kijanê mafî banga avakirina dadgehek navneteweyî li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin?"

Dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ku ji zêdetirî 50 dewletan ne û li cem Rêveberiya Xweser girtî ne, dosyayek navneteweyî ya bi girêk e. Hejmarek dewletên Ewropayê fikrê darizandina çeteyên DAIŞ`ê di dadgehên xwe de red dikin, ji ber ku dibînin ku qanûnên wan girêdayî têkoşîna li dijî terorê  zeîf in. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletên Ewropayê kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin û avakirina dadgehek navneteweyî li xaka Sûriyê ji bo dariznadina wan ji ber sûcên ku kirine pêşniyar kir.

Girêdayî mijarê li paytexta Siwêdê Stockholmê di 3`yê Hezîranê de civînek navneteweyî ji bo nîqaşkirina avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêma Rojhilata Navîn û mekanîzmeya xebata dadgehê û çavdêriya wê li dar ket.

Rayedarek ji Holllandayê yê payebilind di wezareta derve de tekez kir ku welatê wî desteka avakirina dadgehek navneteweyî li herêmên Rêveberiya Xweser dike. Ji aliyekî din ve rayedarek fransî di serdana fermî de ji Gerînendeya Têkiliyên Derve re di 8`ê Hezîranê de diyar kir ku hikumeta Fransayê amade ye piştgiriya ewlehî, aramî û pêvajoya jinûveavakirina herêmên Bakur û Rojhilartê Sûriyê bike.

(şx)

ANHA