Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên başûrê Kurdistanê bi meşekî şermezar kirin. Şêniyan gotin: “Tirkiyê ji tevliheviyên hundirîn ên Sûriyê û Iraqê sûd wergirt û hin parçe dagir kirin. Meşa gelan li dijî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e.”

Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Til Birakê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
10 hezîran, 2019   13:31
  QAMIŞLO

Îro şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên başurê Kurdistanê, binpêkirin û sûcên ku dagirkerî û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî pêk tînin, herikîn qadan.

Meş ji têketina başûrê navçeya Til Birakê destpê kir. Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî meşê bûn. Beşdaran dijminahiya Tirkiyê, êrîşên bênavber ên li ser başurê Kurdistanê, dizî, talan û kuştina sivîlên Efrînê şermezar kirin.

Di meşê de alên QSD’ê, Kongreya Star, pankartên ‘Bi rihê raperîna Şêladizê em dê dagirkeriyê tune bikin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin’, ‘Bimire dagirkerî, bijî biryatiya gelan’, ‘Dagirkeriya Tirkiyê, dagirkeriya dizîn û talankirinê ye’ û ‘Meşa gelan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê berdewam e’ hatin hildan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Til Birakê parastina meşê kirin. Her wiha meş li pêş Çerxerêya El-Qaîd a naverasta bajêr veguherî mitîngê. Piştre endama Kongreya Star Henan Silêman axivî û bêdengiya navdewletî ya li hemberî êrîşên li herêmên başûrê Kurdistanê û kiryarên li Efrînê şermezar kir. Henan got: “Na ji dîwarê Tirkiyê re, na ji bêdengiya navdewletî re, na ji gefên Tirkiyê yên li dijî başûrê Kurdistan û na ji bicihkirina çeteyên Idlibê li başûrê Kurdistanê û Efrînê re."

Henan diyar kir ku guhartina demografiya Efrînê û herêmên ên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, li Sûriye û Iraqê berdewam in û wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirkiyê malbatên çeteyên ku ji Idlibê tên li kantona Efrînê û herêmên Şehbayê yên dagirkirî, Ezaz, Bab, Cerablus û Raî bi cih dike."

Di domana axaftina xwe de Henan Silêman tekez kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hemû rêbazên derhiqûqî ku fişarê li şêniyên Efrînê yên resen bike ku wan koç û milkên wan desteser bike, bi kar tîne. Her wiha Henan diyar kir Tirkiyê destpêkirina şerê leşkerî li dijî herêmên Parastina Medyayê yên li başurê Kurdisanê bi armanca qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê, ragihandiye.

Endamê PYD’ê yê li Til Birakê Mihemed Tirkî bi rêya meşê, diminahiya Tirkiyê, gefên bênavber, dizîn, talan û kuştina sivîlan li Efrînê û başurê Kurdistanê red kir û wiha domand: "Tirkiyê fersenda nakokî û tevliheviyên hundirîn ên Sûriyê û Iraqê ji xwe re girtin û hin xak dagirkir da ku berjewendî û mêtîngeriya xwe pêk bîne."

Her wiha soz da ku bi çi awayî dibe bila bibe, destwerdana Tirkiyê û dagirkeriya wê li Sûriyê û Iraqê napejirînin.

Meş bi dirûşmên azadiya gel û banga derketina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê û başûrê Kurdistanê bi dawî bû.

(fr/bm)

ANHA