Rêveberiya Xweser 14 zarok radestî Hollanda û Fransayê kirin

Rêveberiya Xweser 14 zarokên sêwî yên çeteyên DAIŞ’ê û hemwelatiyên Hollanda û Fransayê li gorî mohrkirina belgeya radestkirinê ya fermî, radestî welatên wan kirin.

Rêveberiya Xweser 14 zarok radestî Hollanda û Fransayê kirin
10 hezîran, 2019   08:51
EYN ÎSA

Roja şemiyê 8’ê Hezîranê şandeyeke hevpar ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Eyn Îsayê kir da ku rewşa dawîn a Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser û dosyaya girtiyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê nîqaş bike.

Şande ji serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Fransyê Eric Schafalier û serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Hollandayê Ian Bijan tevî tîma pê re, pêk tê.

Şande ji hêla hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, Emel Dade û endamên daîreyê ve hate pêşwazîkirin. Piştre civîn di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û şandeya Ewropî de li pêş çapemeniyê girtî û 3 saetan berdewam kir.

Dûre belgeya radestkirina 12 zarokên sêwî ji hemwelatiyên Fransayê û 2 jî ji yên Hollandayê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumetên Hollanda û Fransayê de hate îmzekirin. Ew zarok jî QSD’ê di demeke berê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê de dîtibûn.

Schafalier û Bijan di daxuyaniya ku li pêş çapemeniyê dane de, da zanîn ku şervanên QSD’ê der barê dîtina zarokan de spas kir û tekez kir ku welatên wan dê piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.

Li gorî Emel Dade ji çapemeniyê re daxuyand ku Ian Bijan li ser zimanê wezîrê karên derve yê Hollandayê nameya wî ragihand ku dê Hollanda piştevaniya avakirina dadgeheke navdewletî li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ku çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê girtî darizîne. Her wiha jî dê piştgiriya jinûveavakirin û çareseriya siyasî jî li Sûriyê pêk bîne.

Emel Dade îşaret pê kir ku Eric Schafalier diyar kir dê Fransa piştevaniya giştî ji aliyê leşkerî, dîplomasî û xizmetguzarî ve ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(fr/kc)

ANHA