Ji ber hovîtiya rejîmê reviya lê cendirmeyên Tirk ew kuşt

Jinekê dema ku ji ber bombebarana hêzên rejîmê li ser herêmên qaşo bêçek, li gundê Şehirnaz ê girêdayî bejahiya bakurê Hemayê, hewl dida ji aliyê Lîwaa Îskendron derbasî Tirkiyê bibe, cendirmeyên Tirkiyê ew kuşt.

Ji ber hovîtiya rejîmê reviya lê cendirmeyên Tirk ew kuşt
10 hezîran, 2019   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberên ji ber şer û bombebaran li ser herêmên qaşo bêçek êş û azarê dikşînin, neçar dimînin berê xwe bidin Tirkiyê, lê cedermeyên Tirkiyê wan dikujin.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got leşkerên Tirkiyê gule li welatiya bi gundê Şehirnaz a girêdayî bejahiya bakurê Hemayê, dema hewl dida ji aliyê LîwaÎskenderonê derbasî Tirkiyê bibe, gule lê reşandin û ew kuştin.

Navendê got nasnameya welatiya ku li ser destê leşkerên Tirkiyê hatiye kuştin, nehatiye bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ya ku guleyên leşkerên Tirkiyê bi sedên welatiyên Sûriyê kuştin, di nav de jin û zarokên ku ji ber şerên li herêmê rû didin direvin.

(eh/kc)