Artêşa Tirk gule li xebatkarên kana keviran reşandin

Artêşa Tirk a dagirker gule li xebatkarên kana keviran a li ser gundê Dêrika Berava ya herêma Dêrikê reşandin. Di encamê de zirar gihaşt alavan.

Artêşa Tirk gule li xebatkarên kana keviran reşandin
9 hezîran, 2019   10:39
QAMIŞLO

Xebatkarên kana keviran (hetar) diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker îro di saetên sibê de gule li wan reşandin û di encama wê de zirarên madî gihaştin alavan.

Silêman Xelef ku xwediyê kana keviran e, diyar kir ku artêşa Tirk gule ber bi xebatkar û alavan ve avêtin û di encama wê de zirar gihaşt alavan. Her wiha xebatkar ji wê derê derketin.

Artêşa Tirk a dagirker 18`ê Gulana derbasbûyî gule li kaneke keviran a li ser çemê Dîcle jî reşandibûn û zirarên madî di encama wê de çêbûbûn.

(bx)

ANHA