Piştî komkujiyê, opozisyona Sûdanê diyaloga bi meclisa leşkerî red kir

Roja Çarşemê, rêveberiya tevgera çalakiyên li Sûdanê pêşniyara Meclisa Leşkerî ya Demkî ya der barê diyalogan red kir.

Piştî komkujiyê, opozisyona Sûdanê diyaloga bi meclisa leşkerî red kir
6 hezîran, 2019   07:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê kombûna pîşesazên Sûdanê Emced Ferîd ê ku çalakiyan bi rê ve dibe wiha axivî: "Gelê Sûdanê ji diyalog û Meclisa Leşkerî ya Demkî ku mirovan dikuje re ne vekiriye. Pêdiviya me bi edalet û lêpirsênê beriya nîqaşa li ser siyasetê heye."

Ferîd li ser axaftina xwe li gel ajansa AFP’ê wiha zêder kir: "Kombûn û Deklerasyona Azadî û Guhartinê dê hemû rêbazên aştiyane û protestoya sivîl li hember Meclisa Leşkerî ya Demkî bi kar bîne."

Li aliyekî dîtir jî Komîteya Dextoran a nêzî xwepêşandaran roja çarşemê ragihand ku herî kêm 108 kes ji duşemê ve di hemleya perçiqandinê de hatine kuştin. Cenazeyên 40 ji wan kuştiyan di çema Nîlê de hatin dîtin. Li rexê jî 326 jî birîndar bûn.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî bang li Yekitiya Afrîqayê û Neteweyên Yekbûyî(NY) kir ku bergiriyên lezgîn bistînin ku lêpirsîna berpirsiyarên vê perçiqadinê bê kirin.

 (fr)