Li Reqayê 2 mayin û bombeyek bê bandor kirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Reqayê 2 mayin û bombeyên ku li kolana El-Basil a nêzî Çerxerêya Panorama hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Li Reqayê 2 mayin û bombeyek bê bandor kirin
31 gulan, 2019   11:13
REQA

Bi nêzîkbûna cenja Remezanê re, Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên bajarê Reqayê dewriyeyên xwe li hundir û derveyî bajêr, ji bo parastina ewlehiya sivîlan, piştî zêdebûna kiryarên şaneyên veşartî yên çeteyan ên terorîstî, zêde kirin.

Di vê çarçoveyê de Tîma Endezyariyê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn 2 mayin û bombeyek ku li kêleka kolana El-Basil a nêzî Çerxerêya Panorama ya bajarê Reqayê hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Tîmê bêyî ku ziyan rû bidin, mayin û bombe bê bandor kirin.

(eh)

ANHA