Trump: Îran dixwaze bighêje lihevkirinekê û em jî amade ne

Serokê Amarîkayê Donald Trump got, "Îran dixwaze bi Amarîkayê re bighêje lihevkirinekê, heger hikûmeta Îran xwesteka xwe ragihîne em ji diyalogan re amade ne."

Trump: Îran dixwaze bighêje lihevkirinekê û em jî amade ne
30 gulan, 2019   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Hesen Rûhanî duh ragihandibû ku diyalog bi DYA‘yê re pêkan e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya çend rojan bi daxuyaniyekê gotibû, îhtîmal heye lihevkirineke bi Îranê re der barê bernameya nuklerî de çêbibe.

Trump her wiha roja Yekşmê jî gotibû, welatî wî guhertina rêjîmê li Îranê naxwaze, lê dixwaze çekên nuklerî bîne rakirin.

Li aliyekî din jî Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihand  ku heta niha ti kenalên peywendiyê bi Îranê re tine ne û got, heger hikûmeta Îranê şertên DYA‘ê yê pêk bîne Washington amade ye dilyalogan bike.

Her wiha diyar kir ku cezayên li ser Îranê wê bimînin û di çarçoveya çalakiyên wê yên nuklerî de sîndar nemîne.

Di daxuyaniyên rayedarên Îranê nakokî hebûn. Ruhanî gotibû, diyalog pêkan e, lê Şêwirmendê Olî yê Îranê Alî Hamaney roja çarşemê got, welatê wî der barê bernameya nuklerî de diyalogan bi Amerîkayê re nake.