Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin

Buroya Astengdaran Meclisa Sivîl a Reqayê diyariyên cejnê li zarokên astengdar belav kir.

Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin
Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin
Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin
Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin
Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin
Diyariyên cejnê li zarokên astengdar hatin belavkirin
30 gulan, 2019   14:04
REQA

Buroya Astengdaran a Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo ku dilê zarokan şad bike û bi boneya rêzîkbûna Cejna Remezanê, îro bi merasîmekê diyariyên cejnê li zarokên astengdar ên ji ber şer û mayînan parçekî laşê xwe winda kirine, belav kir.

Merasîm li avahiya Meclisa Sivîl a Reqayê pêk hat. Zarokên astengdar û mabatên wan û endamên Buroya Astengdaran di merasîmê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, Endama Buroya Jin a Reqayê Feyrûz Xelîl, bi navê Komîteya Karûbarên Civakî Ebdulselam Hemorik û Hevseroka Buroya Astengdaran Emîra Hisên axivîn.

Axaftvanan teqez kirin ku Meclisa Sivîl a Reqa di belavkirina pêwîstiyên astengdaran re dewam bike, her wiha n îşaret bi hewldanên Buroya Astengdaran di pêşkêşkirina desteka madî û menewî de kir.

Di dawiya merasîmê de diyarî li zarokan hate belavkirin.

ANHA