Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin

Bi armanca xurtkirina rêxistina ewlehî û parastinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk, îro Akademiya Şehîd Emar El-Şêx bi merasîmekê dewreyeke ji perwerdê yên şervanên ji lîwayê Qehreman Kobanê li Reqayê bidawî kir.

Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin
Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin
Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin
Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin
Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin
Li Reqayê Lîwayê Şehîd Qehreman hate avakirin
30 gulan, 2019   12:15
REQA

Îro Akademiya Şehîd Emar El-Şêx a girêdayî QSD`ê, lîwayê Şehîd Qehreman Kobanê ku ji ciwanên Reqa û gundewarên wê pêk dihat bi dawî kir.

Dewreya ku 50 rojî berdewam kir, têde waneyên bîrdozî û leşkerî têde hate dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toreneke leşkerî destpê kir, paşê yek ji fermandên QSD`ê Rêzan Tebqayê axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir û wiha anî ziman: "Em îro di qonaxeke hesas re derbas dibin, ji bo em bigihên armancên xwe û yên gelên xwe gelek erk dikevin ser milê me, her wiha ji parastina şêniyên xwe, bicihkirina aramî û ewlehiyê li herêmên me da ku ji dijmin were parastin ked dive.”

Mersîma bidawîkirina dewreyê bi sonda leşkerî û sloganên"Şehîd namirin"bi dawî bû.

Şehîd Qehreman Kobanê ku lîwa li ser navê wî bû, di pêngava rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA