Bi nirxekî guncaw sotemenî li şêniyên gundewarên Dêrazorê tê belavkirin

Piştî bilindbûna nirxên sotemeniyê, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê di dayîna mazotê li şêniyên gundewarên Dêraozrê bi nirxekî guncaw belav dike.

Bi nirxekî guncaw sotemenî li şêniyên gundewarên Dêrazorê tê belavkirin
Bi nirxekî guncaw sotemenî li şêniyên gundewarên Dêrazorê tê belavkirin
Bi nirxekî guncaw sotemenî li şêniyên gundewarên Dêrazorê tê belavkirin
30 gulan, 2019   11:34
DÊRAZOR

Mûdîryeta sotemeniyê "Sadkob" bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê  dixebite da ku sotemeniyê li gundewarên Dêrazorê yên rojhilat û rojava û bakur belav bike, piştî ku nirxê mazotê li hin herêman gihaşt 200 L.S di demeke ku li hin kaziyan bi 55 L.S û cureya baş li gorî alavan hate belavkirin.

Rêveberiya Sivîl bi hevkariya Mûdîryeta Sadkob bi hezaran letre ji mazotê li gundewarên Dêrazorê belav kir, 86 hezar û 500 letre ji şêniyên gundê Koi El-Emo yê Ebû Xeşeb ê bakûrê Dêrazorê, kaziya Hebah El-Îd 44 hezar hezar, kaziya El-Xaşi û Mîhan 84 hezar û 50 letre, El-Ezbê kaziya El-Cîcan 86 hezar û 700 letre, El-Hermûşiyê 44 hezar û 100 letre, Woroîşid 44 hezar, El-Ceniniyê 44 hezar û 900 letre û Ebû Xeşeb Mihbaş 45 hezar belav kir.

Her wiha mazot li bajarokê El-Sûr li hemû kaziyan hate belavkirin, mazota alavên xizmetguzeriyê jî li kazî û şaredariyan hatin belavkirin, her wiha mazot ji bo erebeyên taybet ên şêniyan jî li hemû gundewarên rojhilat hate belavkirin.

Rojan e 8 hezar letre ji bo hemû kaziyên karker li gundên rojavayê Dêrazorê tê belavkirin, her erebeyek 25 letre rojan e digire.

Di gera ANHA`yê li nav kaziyên sotemeniyê, dema ku mazot dihat belav kirin, me dît ku kêfxweşiyek  li ser rûyê şêniyan heye, taybet piştî  ku mazot li herêmê kêm bibû.

(jo)

ANHA