Li Til Hemîs û Tirbespiyê agir bi zeviyan ket

Li Til Hemîs û Tirbespiyê rûberek fireh a zeviyên çandiniyê şewitîn. Şewat ji aliyê tîmên agirkujî û komîteyên awarte ve bi hevkariya şêniyan hate vemirandin.

Li  Til Hemîs û Tirbespiyê agir bi zeviyan ket
Li  Til Hemîs û Tirbespiyê agir bi zeviyan ket
Li  Til Hemîs û Tirbespiyê agir bi zeviyan ket
Li  Til Hemîs û Tirbespiyê agir bi zeviyan ket
29 gulan, 2019   13:58
QAMIŞLO

Ji gundê Farso yê girêdayî bajarokê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê, heta gundên  Damcerî, Um Îzam Herîs, Îbteh, Îbteha Jorîn , Um Cefar û Nayîm yên di navbera Tirbespiyê û navçeya Til Hemîsê rûpîvaneke berfireh a zeviyên çandinyê şewitîn. Tîmên agirkujê û komîteyên awaret bi hevkariya şêniyan agir vemirandin.

Di vê şewatê de 15 km ango 5 hezar donim zeviyên genim û ceh şewitî.

Beriya niha jî gelek caran li Til Hemîs û Tirbespiyê zevî hatin şewitandin. Di nav du rojên derbasûyî de li gundê Şelhomiyê yê Tirbespiyê 10 hîktar şewitîn û li gundê Nayîm ê Til Hemîsê jî bi sedan hîktar zevî şewitîn.

ANHA