Alîkariyên pêşkêşî koçberên li kampa Holê dibin, têrê nakin

Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê der barê lêpirsîna rewşa Sûriyê de raber kir ku alîkariya ku heta vê kêliyê pêşkêşî kampa Holê hatiye kirin, têrê nake û divê civaka navdewletî lez bide pêşkêşkirina alîkariyên mirovî.

Alîkariyên pêşkêşî koçberên li kampa Holê dibin, têrê nakin
29 gulan, 2019   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê lêpirsîna rewşa Sûriyê de, piştî raporên ku ji kampa Holê der barê paşguhkirina mezin a aliyên rêxistinên mirovî û komeleyên alîkariyê de derketinê ku tu xebar sûdewar nebûne, daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Diyar e ev rewşa ku nayê tehemûlkirin, ew e di encama neamadebûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hevalbendên wan ên di Koalîsyona Navdewletî de ya pêşwazîkirina hejmareke mezin ji koçberên ji hundirê Sûriyê yên ji herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de bûn, derketine. Lê belê ev ne cara yekem e û her wiha di Sibata borî de jî komîteyê yekem car li ser çawaniya bi sedan hezar ji sivîlên ku bi sedema şerên Koalîsayona Navdewletî û QSD’ê ku li dijî tunekirina DAIŞ’ê pêk anîne di kampên demkî de hatin girtin ku pêdiviyên wan ên jiyanî pêk nayên, agahdar kir. Ji wê demê de zêdebûna şer, rewş aloztir kir.”

Daxuyaniyê rêjeya mezin a koçberên ku di kampa Holê ya rojhilatê Hesekê ya Bakurê Sûriyê de, wiha da zanîn: "Kampa Holê ji bo hewandina 10 hezar koçberên hundirîn hate avakirin. Lê niha zêdetirî 73 hezar koçber lê hene (ji sedî 85 jin û zarok in û ji ji sedî 15’yên dîtir jî ji dewletên din in).

Komîte diyar dike ku ked û xebata tê kirin li ser pêşketina rewşa niha bi NY’yê û rêxistinên navdewletî yên ku alîkariyê mirovî pêşkêş dikin, lê ev alîkarî ta vê kêliyê têrê nake. Divê civaka navdewletî hemû keda xwe di leza pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ya van koçberan de  bide. Li rexê jî dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê divê li gor biyara Meclisê ya 2249 tev bigerin."

Daxuyaniyê bal kişand ser ku DAIŞ’iyên biyanî yên li gel QSD’ê dîlgirtî ne û wiha lê zêde kir: "Nêzî ji ji sedî 15 ji wan li Holê ne anku ne kêmtirî 11 hezar kes in . Piranî dewletên wan ên resen vegera wan a welat red dikin, ji ber ew malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne."

(fr)

ANHA