Hilbijartinên Parlamentoyê Ewropayê dewam dikin

Ewropiyên li 21 dewletan berê xwe didin buroyên hilbijartinan da ku nûnerên xwe di Parlamentoya Ewropa de hilbijêrin.

Hilbijartinên Parlamentoyê Ewropayê dewam dikin
26 gulan, 2019   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendên hilbijartinan di seat 04.00`an de li gorî saeta Greenwichê, li Yewnanistan, Bulxaristan, Romanya, Lîtvanya û Qibrisê vebûn.

427 milyon hilbijêrên Ewropayê banga dengdana hilbijartina 751 parlamenterên di Parlamentoya Ewropa de ku dê 5 salan kar  bikin, kir.

Di 23`yê Gulanê de hibijartin li 7 dewletên din ên endamên Yekitiya Ewropa de çêbû.

Tê payîn ku encamên hilbijatinan saet 21:00’an de bi dema Greenwichê diyar bibin.

(jo)