Li Reqayê ji ber teqînê sivîlek birîndar bû

Li navend û rojavayê bajarê Reqayê du teqîn rû dan û sivîlek birîndar bû.

Li Reqayê ji ber teqînê sivîlek birîndar bû
Li Reqayê ji ber teqînê sivîlek birîndar bû
25 gulan, 2019   19:46
REQA

Nûçegihanên me ji bajarê Reqayê ragihandin ku li navend û rojavayê bajarê Reqayê teqîn çêbûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, mayînek li nêzî nexweşxaneya Meşhedanî ya nêzî parka Reşîd a navenda bajêr teqiya, li vir sivîlek birîndar bû, ya duyemîn jî li ser rêya Cezra ya rojavayê bajêr teqiya, girêdayî ziyanên di vê teqînê de agahî nehatin zanîn.

ANHA