Koçberên li Sûriyê vedigerin warên xwe

Bêrîvan Xalid got ku xebata jinûvevegerandina koçberan dê li ser jin û zarokan be. Her wiha dê Rêveberiya Xweser li ser beşan beriya cejna Remezanê koçberan vegerîne.

Koçberên li Sûriyê vedigerin warên xwe
24 gulan, 2019   09:10
HESEKÊ- EHMED MIHEMED

Piştî civîna dirêj a di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampa Holê de ku duh li kampê li dar ket, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî. Bêrîvan Xalid bal kişand ser naveroka biryaran ku di civînê de derketine. 

Bêrîvan di destpêka daxuyaniya xwe de îşaret bi sedemên biryarê kir û wiha got: "Piştî lidarxistina komxebata êlan a Sûriyê di 3’yê vê Gulanê de li navçeya Eyn Îsayê bi sponseriya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û li ser naveroka wê ya sereke ku bal dikişand ser pêwîstiya jinûvevegerandina koçberan ji jin û zarokan a warên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Ji lew re me soza xebata vegerandina koçberan ên tu girêdana wan bi çete û komên terorîst re tune bûn, da. Da ku bersiva daxwazên rûspiyê êlan binîn cih."

Li ser çawaniya gihaştina van biryaran, Bêrîvan Xalid wiha axivî: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser soznameya ku rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî lê derdikeve, me lez da xebata bersiva wan biryaran. Ji lew re gelek civîn di vê der barê de di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampan de û jê jî kampa Holê, li dar ketin. Di encamê de komîteyeke lêkolînkirina pêşniyarên jinûvevegerandina jin û zarokan ên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, hate avakirin.  Di dawiyê de gihaştin biryarên vegerandinê û rêbazên wê yên vegerandina herêm û gundên wan."

Lê der barê rêgezên ku dê xwe bispêre vegerandina koçberan, Bêrîvan Xalid bal kişand ser biryarên di vê çarçoveyê de û wiha da zanîn: "Ew e vegerandina jin û zarokan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyên ên ku koçberî kampên Rêveberiya Xweser di dema şerên ku li herêmên wan bûne, bûn. Bingehên sereke ku Rêveberiya Xweser xwe dispêre jinûvevegerandina koçberan ew e pêbaweriya gotinên rûspiyên êlên herêmê bi rêya buroyên Rêveberiya Xweser ên li hemû herêmê belav bûne. Ji wê jî zêdetir ew kesên ku nehatine sepandin, tu girêdana wan bi rêxistinên terorî re tune ye."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Destpêkirina vegerandina koçberan dê roja şemiyê dest pê bike ji aliyên ewlehî û rêveberiya kampa Holê ve û yekemîn vegerandina koçberan dê beriya cejna Remezanê pêk bê."

(fr)