El-Mihbaş: Bihayê genim û ceh piştî nîqaşan hate diyarkirin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Mihbaş sedemên diyarkirina bihayên kirîna berhemên genim û ceh diyar kirin.

El-Mihbaş: Bihayê genim û ceh piştî nîqaşan hate diyarkirin
20 gulan, 2019   12:11
EYN ÎSA-EHMED KEMYAN-TIRKÎ KALIT

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Mihbaş  ji bo eşkerekirina sedemên diyarkirina kirîna bihayên berhemên genim û ceh ên mewsima çandiniya îsal ji cotyaran, ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Hamid El-Mihbaş  wiha got: "Duh civînek berfireh hate lidarxistin û piştî nîqaşa bi aliyên pêwendîdar re, bihayên kirînê hatin diyarkirin. Biryar bi kirîna tevahî berhemên genim û ceh ji cotyaran hate girtin."

Di civîna duh a dawîn de, Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber, Desteya Çandiniyê û Darayî û Yekitiya Cotkaran buhayên kirîna mewsimên genim û ceh ji cotkaran diyar kirin. 150 lîre ji bo genim û 100 lîre jî ji bo ceh.

Li rexê jî cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê ku Rêveberiyê daniye, rexne kir, ji ber ku buhayê kirîna îsal ji ya sala borî kêmtir e. Di heman demê de cotkar dibêjin ku rewşa aboriya îsal ji ya par xirabtir e.

El-Mihbaş wiha got: "Piştî lêkolînkirina berfireh bi berpirsan re li ser mijarê, buha hate diyarkirin. Em dibînin ku guncaw e ji cotkaran re û me derfeta lîskandina bazirganan bi berhemên wan nehiştiye. Em ê tevahî berheman wergirin. Ji lew re ji bo vê gelek navendên wergirtinê li tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine vekirin."

El-Mihbaş  wiha tekez kir: "Genim dernakeve derveyî herêmê. Armanca ew e ku xizmeta şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin."

Di domana axaftinê de El-Mihbaş wiha got: "Her tişt dê berovajî û erênî di mewsima bê de li ser cotyaran vegere. Dê ji wan re semad, tov û ji bilî wê pêdiviyên çandiniyê bên dabînkirin. Ev buha jî piştî lêkolînkirina berfireh û giştî di vê derbarê de hate diyarkirin."

Girêdayî mijarê El-Mihbaş  got: "Li gel Rêveberiya Xweser gelek tişt hene ku li ser dixebitin. Ne tenê li ser beşa çandiniyê dixebitin. Lê beşên dîtir fena perwerde û fêrkirin, xizmetguzarî, tenduristî û gelek aliyên cuda hene li ser tên xebitandin, divê li van tiştan ji hemû aliyan ve bê nêrîn, ne tenê ji quncikekê ve."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser girîngiyê di radeya yekemîn de dide çandiniyê. Rakirina buhayê genim dê li ser hesabê hin xizmetên dîtir be. Ji lew re em ji cihekî nabin û naxin cihekî din. Divê çavkaniyên darayî li hemû aliyan bên belavkirin."

(fr)

ANHA