Mûşekek li nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kete xwarê

Hate ragihandin ku mûşekek li nêzîkî avahiya balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê kete xwarê.

Mûşekek li nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kete xwarê
19 gulan, 2019   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan ku ji medyayan re diyar kirin, mûşekek li nêzîkî avahiya balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê  ya li taxa Kesek ket xwarê.

Çavkaniyan gotin, piştî bûyerê hêzên ewlehiya Iraqê ketin tevgerê.

Ragihandinê Ewlehiya Iraqê jî diyar kir ku mûşekek "Katyoshiya" li taxa Kesk ket, bêyî ku ziyan çêbibin.