Artêşa dagirker li Şêrawa agir berdan zeviyên çandinyê

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Mazin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê agir berdan zeviyên gel ên çandiyê.

Artêşa dagirker li Şêrawa agir berdan zeviyên çandinyê
19 gulan, 2019   18:36
EFRÎN

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane ajansa me, artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê vê êvarî li gundê Mazin ê navçeya Şêrawa ya Efrînê agir berdan zeviyên gel ên çandiniyê û bi dehan dar şewitandin.

ANHA