Li gelek deverên Sûriyeyê şer û topbaran didome

Di topbarana komên çete li ser bajarê Helebê de sivîlek birîndar bû. Li aliyekê din jî balafirên Rûsyayê gundewarên Idlibê bombebaran dikin.

Li gelek deverên Sûriyeyê şer û topbaran didome
Li gelek deverên Sûriyeyê şer û topbaran didome
18 gulan, 2019   14:26
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, duh  topek li Herêma Projeya 3 Hezar Şîqe (Meşrûi 3000 Şîqe) ya bajarê Helebê ket, di encamê de sivîlek birîndar bû, birîndar rakirina nexweşxaneya Camîa ya bajêr.

Li rojavayê Helebê jî komên çete cismên bi şewq avêtin asîmanê taxê rojava, di encamê bersivdayîna hêzên rejîmê de şer di navbera herdu aliyan de rû da.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê deverên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarê Idlibê bombebaran kirin. Di vê çarçoveyê de kerwanên çeteyan li Kefernibul, Maret El-Nûman û Xan Şêxûn ên li Idlibê kirin hedef. Hate gotin ku kerwanê çeteyên xwe amade dikirin biçin eniyên gundewarê bakurê Hemayê da ku destekê bide çeteyan. Di hedefgirtinê de ziyanên mezin gihiştin kerwanên çeteyan.

Li Laziqiyê, komên çete bajarê Ceblê bi moşekan topbaran kirin. Der barê ziyanan de agahî nehatin zanîn.

 ANHA