‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’

Di bin konê sersaxiyê yê 7 şehîdên YPG`ê de ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, şêniyan got "Heta ku şehîdên me hene, rêya azadiyê vekirî ye û xwîna şehîdan di şoreşa Rojava de kete nav hev, kes nikare şêniyên herêmê ji hev dûr bixe."

‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
‘Biryara me şopandina rêya azadiyê ye’
18 gulan, 2019   12:28
HELEB

Îro bi sedan şêniyên bajarê Helebê li bin konê sersaxiyê yê 7 şehîdên YPG`ê ku beşdarî Berxwedana Serdemê bûn û li dijî dagirkeriya Tirkiyê şehîd bûn, kom bûn.

Kon li qada navenda tenduristiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hate vedan. Şehîdên ku merasîm ji wan re hatiye lidarxistin ev in: Ebdo Hemokan(Çekdar Qendîl), Mustefa Birîmo (Zagros), Kirîm Qoq (Bakur Heleb), Hemîd Îsa (Efrîn Kurdistan), Ebdulrehman Mihemed (Kawa Kefer Zêt), Menan Bakîr (Serdar Emanos) û Ebd El-Mihsin Şêxo (Cûdî Sipan).

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve dest pê kir.

Li merasîmê Botan Andoq bi navê YPG`ê axivî û wiha got: "Şehîd namirin, ew di dil û mejiyê her ferdekî de dijîn."

Ji aliyê xwe ve, yek ji rêveberên TEV-DEM`ê Raperîn Heleb hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî endamê rêveber Nîdal Hec Hisên got: “Madem şehîd hene, rêya azadiyê jî vekirî ye. Şoreşa azadiyê bi 6 şoreşgeran dest pê kir û îro gihaşt milyonan. Di şoreşa Rojava de xwîna Kurd, Ereb û Suryanan kete nava hev. Ev jî nameyekê dide ku kes nikare pêkhateyên herêmê ji hev dûr bixe.”

Bavê şehîd Cûdî Sipan, Hoşeng Şêxo jî axivî û got: “Em der barê tawanên Tirkiyê û ferzkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê de bê deng namînin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqetên her 7 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(jo)

ANHA