HRE’yê êrîşa çeteyên artêşa Tirk a li dijî gundên Şerayê têk bir

HRE’yê ragihand ku beriya 3 rojan çeteyên artêşa Tirk êrîş biriye ser 2 gundên navçeya Şerayê, hêzên wan êrîş têk biriye û di encama şer de gelek çete hatine  kuştin. Her wiha çeteyan herêmên sivîlan ên li derdora Til Rifetê jî topbaran kirine û di encamê de sivîlek şehîd bûye û hejmarek jî birîndar bûne.

HRE’yê êrîşa çeteyên artêşa Tirk a li dijî gundên Şerayê têk bir
18 gulan, 2019   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya 3 rojan êrîşek biriye ser gundên Eyn Deqnê û Minix ên navçeya Şera û hêzên wan jî bersiv daye. Di encamê de şer di navbera her du aliyan de derketiye û êrîşa çeteyan hatiye têkbirin û gelek çete hatine kuştin. Her wiha HRE’yê diyar kir ku di encama topbarana çeteyan a bi ser Til Rifetê de sivîlek şehîd bûye û hejmareke sivîlan jî birîndar bûne.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di çarçoveya êrîşên bi armanca qirkirin û dagirkirinê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya 3 rojan êrîşên bi çekên giran anîn li ser gundên Eyn Deqnê û Minix ên derdora navçeya Şera. Ev êrîş ji duh bi şev de veguherî şerê rûbirû di navbera hêzên me û çeteyan de li derdora gundên navborî. Di encama şer de gelek çete hatin kuştin.

Piştî têkbirina êrîşên wan ji aliyê şervanên me ve, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li navenda bajarê Ezazê heremên sivîlan ên li Til Rifet û derdora wê topbaran kirin. Di encamê de hemwelatiyekî koçber ê Efrînê şehîd bû û hejmarek jî birîndar bûn, di gel ziyanên madî yên gihiştî mal û milkên sivîlan.

Der barê êrîşên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li ser heremên Şehba û Efrînê û berxwedana şervanên me de em ê di di dema li pêşiya me de daxuyaniyeke berfireh ji bo raya giştî belav bikin.”