Artêşa Tirk vê carê Dêrika Beravê kir hedefa xwe

Dagirkeriya Tirkiyê gundê Dêrika Beravê yê girêdayî herêma Dêrikê bi çekên sivik kir hedefa xwe. Di encamê de zirarên madî pêk hatin.

Artêşa Tirk vê carê Dêrika Beravê kir hedefa xwe
18 gulan, 2019   11:28
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker gundên li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dike hedefa xwe. Îro jî sibehê komeke ji karkerên di meqleyên gundê Dêrika Beravê yê bakurê rojhilatê navçeya Dêrikê dixebitîn, kir hedefa xwe.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker karkerên ku li ser karê xwe bûn û di meqleya Dêrika Beravê de kar dikirin, bi çekên sivik kirin hedefa xwe û alavên endezyariyê ku di meqleyê de tên bikaranîn, kirin hedef. Di encamê de zirar gihaşt 3 alavên ji cureya buldozer, treks û bagir.

Berpirsê meqleya gund Seyîdxan Ehmed got artêşa Tirk a dagirker bi domdarî karkeran dike hedefa xwe û teqez kir ku îro di encama gulereşandinê de alavên endezyariyê zirar dîtin.

 (jo)

ANHA