Li herêmên bêçek agirbesta 72 saetan

Li “herêmên bêçêk” di saetên dawîn de êrîşên dijwar pêk tên. Îro di saetên sibê de li herêma Ceblê ji ber êrîşên balafiran li ser baregeha Himêmîm teqînên pir mezin rû dan û tevî ku di nava 72 saetan de şer hate rawestandin jî hêzên rejîma Sûriyê bejahiya Laziqiyê topbaran kir.

Li herêmên bêçek agirbesta 72 saetan
18 gulan, 2019   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li herêmên bêçek bêdengiyek heye. Balafirên şer û helîkopter ji esmanê herêmê ji şevê din ve û heta van kêliyan derneketine. Tenê car caran hêzên rejîmê eniyên Kebane yê Cebel Ekrad topbaran dikin. Îro di saetên sibê de çend top ji aliyê hêzên rejîmê ve li ser bejahiya bakurê Hemayê ketin.

Di saetên sibê de li herêma Ceblê dengê teqînên mezin hat bihîstin. Paşê hat diyarkirin ku teqîn ji ber êrîşa balafiran û moşekan li ser balafirgeha Himêmîm a leşkerî ku hêzên Rûsyayê ji xwe re wek baregeheke leşkerî ya sereke li Sûriyê bi kar tînin, pêk hat.

Hêzên parastinê yên Rûsyayê bersiva êrîşên hewayî û bejahî yên komên çete da. Heta niha tu agahî der barê zirarên mirovî de nehatine bidestxistin.

Girêdayî mijarê 15 moşek ku îro di saetên sibê de ji aliyê komên çete ve hatin berdan, li gundê Şeraşîr, Hiwîz û deverin ji bejahiya bajarê Ceblê ketin. Ji ber wê zirarên mirovî çêbûn.

Fermandarê meydanî yê girêdayî rejîmê diyar kir ku li eniyên Idlib, bejahiya Hema û Laziqiyê di nava 72 saetan de şer hatiye rawestandin.

Ajansa Spûtnîk li ser zimanê fermandarekî meydanî ku navê wî negot, destnîşan kir ku ji şevê din û heta 72 saetan dê şer were sekinandin.

Çavkanî der barê sekinandina şer, sedemên wê û çawaniya pêkanîna agirbestê de tu agahiyên din nedan.

(bx)