‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye

Bi dirûşmeya "Em bi hev re dikarin" hejmarek xwendekarên Kurd ên zanîngeha Helebê însyatîfeke mirovî ji bo şêniyên Efrînê yên li Helebê dimînin organize kir û pakêtên xwarinê li wan belav kir.

‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
‘Bi hev re em dikarin‘ însyatîfa xwendekaran ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê ye
17 gulan, 2019   15:39
HELEB

12 xwendekarên Kurd ên li zanîngeha Helebê dixwînin ji bo piştevaniyê bi şêniyên Efrînê re yên  ku di encamên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê hatin Helebê alîkarî kom kirin.

Xwendekaran di çarçoveyê însyatîfa piştevahiyê ku rojekê dom kir, alîkarî ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Helebê kom kirin û bi wan alîkariyan 100 pakêtên xwarinê li malbatên xizan ên Efrînê belav kirin.

Sozan Îsmaîl ku beşdarî însyatîfê bûye diyar kir ku"Bi hatine meha Remezanê re em wekî xwendekar me xwest alîkariya şêniyên Efrînê yên li Helebê dimînin bikin. Destpêkê me hejmara malbatên xizan û ên ku ji ber şer zerar dîtine li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir û me alîkar ji şêniyên herdu taxan kom kirin û me pêşkêşî 100 malbatî kir."

ANHA