44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan

Li ser kefaleta şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê û bi însiyatîfa niyeta baş a Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo avakirina pireyên baweriyê, beşa duyemîn a 44 girtiyan serbest serbestberdan.

44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
44 girtiyên din li Dêrazorê serbest hatin berdan
16 gulan, 2019   16:00
DÊRAZOR

Bi amadebûna şêx û rûspiyên êlên herêmê, nûnerên saziyên sivîl, Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û fermendarên leşkerî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê beşa duyemîn a 44 girtiyên ku têkiliyêln wan bi DAIŞ`ê re hebûn û piştî lêkolînan isbat bû ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye, serbest berdan.

Di serbestberdanê de serokê Komîteya Hundirîn a Dêrazorê Basim El-Têf ji kesên ku serbest hatine berdan re axivî û got: "Em hêvî dikin ku hûn li xwe vegerin. Ev serbestberdan ji we re derfetek nû ye da ku hûn xizmeta civak û welatê xwe bikin. Hûn şêniyên vê xakê ne û ji we tê xwestin ku wê û şêniyên wê ji terorê biparêzin ne ku hevkariya wan bikin."

Ji aliyê xwe ve şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê spasiya Rêveberiya Sivîl, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û QSD`ê kirin ji ber ku daxwazên wan anîn cih û kefaleta wan qebûl kirin. Di heman demê de ji tevhiya kesên ku serbest hatine berdan re xwestin li gorî baweriya ku ji wan re hatiye dayîn bin û isbat bikin ku ew dikarin reftariyên xwe biguhêrin û civaka xwe biparêzin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê di 12`ê Gulanê de 43 girtiyên di nav de jinek ku di demên berê de hatibûn girtin li ser bingeha ku hevkariya DAIŞ`ê kirine serbest berdan.

(şx)
ANHA